Zorla Işkence Lezo

Zorla Işkence Lezo




⚡ TÜM BİLGİLER! BURAYA TIKLAYIN 👈🏻👈🏻👈🏻

































Zorla Işkence Lezo

"Pir
xwerû û tebîî ye, ku dema milletê Kurd di vê têkoşînê de bi serê
xwe tenê bimîne, hingê bi pêkhanîna
mafê xwe yê xwerû û tebîî, mafê çarenûsiyê wê ji Tirkiyê veqete. Hêz
û qudreta çi kesekî wê tunebe,
ku vê yekê bide rawestandin."

Foundation For Kurdish Library & Museum

MEHDÎ ZANA




PARASTINA MIN
"Kedxwaran,
ku bi alîkariya van derfetên di dest xwe de û bi hemû derfetên din ên
ji bo xwe kêrhatî, bi hemû navgînên pêwendîyê yên girseyî, bi hemû hêzên
xwe, xwe mîna hêlgir û layangîrê maf û dadimendiyê didin nîşandan. Kedxwar
çêla rêzgirtina mafê parastinê dikin, lê belê ev tişt ne tiştek e ji
bilî xapandinê.
Ji lewre mafê parastina bi rastî, aşkerekirina zextkariyê, kedxwariyê,
bêexlaqiyê û durûtiyê ye; aşkerekirina reng û awayê kolekirina kedê;
aşkerekirina zordestiyê, zordariyê, ricimandina, lanetkirina şikecekariyê
û ji bo hukumkirinê hanîn û pêşkêşkirina li ber wujdana mirovayetiyê
ye. Helbet çînên serdest û qanûnên wan ên, ku ji bilî rûxandina hemû
avahiyan ji bingehê û pûçkirina bîr û baweriyên xwe yên cîhanbirî, yên
ku parêzgerên sîstema civakî ye, dikine nav mejiyê xelkê de. Parastina
min, ku tête wateya jinavçûna van hêmanan, ji ber vê hindê ye
ku ew nikarin bibin hêlgirê vê parastinê."
"Ez
ji xwe re dihizirîm. Ji roja ku mirov hatine dunyayê ta
roja îro, ew serdem û rojên ku jê derbas bûne,
ew riyên dûr û dirêj ku jê hatine, ew
kesên ku ji bo dilxweşiya mirovan xwe feda kirine, ew afirandin
û derfetên ku ji qencî û çeyiya mirovan
re ye, xwe gorîkirina ew kesên ji bo peydakirina rê
û çareyan li ber nexweşiyan, ji bo betalkirina şerên
nijadperestiyê, hewildanên ji bo nêzîkkirina
gel û milletan, ji bo protestkirina ew nijadperestiya ku bûye
belayê serê me mirovan, ji bo afirandina dunyayekî
ciwantir, ew kesên ku em hanîne ta van rojan...

min çi nav ji bo van şikenceyên bêhempa
yên nemirovane ku van kesan bi me dikirin ne dît."

Birêz
encumenê dadgehê! Berî ku ez dest bi parastina xwe bikim, min wisan bawerî heye, ku
divê ez vê mijarê bi taybetî rohnî bikim. Bi rastî min ê çi gotinek parastinê
nekira. Çimku min çi bawerî nîn e, ku dadgaha we, wê xwedî helwêstek
serbixwe be û biryareke durust bide. Lê belê ji ber hebûna kargêrî
û tesîra van daw û dozên ramyarî ya li ser girseyên gelêrî û ji ber hebûna
pêwîstiya rohnîkirin û nirxandinên van bûyerên îroyîn ji nifşên dahatî
re, min, hem vekirin û diyarkirina van bîr û baweriyên xwe û hem jî vê
parastinê gelekî pêwîst zanî.

Divê ez dîsan bidim diyarkirin, ku çi têkiliyên van gotinên min ên parastinî,
bi sûcdarbûn û yan jî ne sûcdarnebûna min ve nîn e - ku nexwe ez ne çi
sûcdar im jî. Her wisan jî çi têkiliyên van gotinên min, bi mafdarbûn
yan jî nemafdarbûna cezadayina li ser min jî nîn e. Parastina min her
tenê û tenê, ji ber hesa min a berpirsiyariyê ya li ber dîrokê ye.

Ez ê vê têksta parastina xwe, li nav çarçiveya derfetê, ji bûyerên xwerû
û berçavî dagirim. Berî her tiştî divê parastin û mafê parastinê çi ye;
bi kurtî vê bidime xuyakirin.

Hêmanek ji hêmanên, ku bingeha pêwendiyên di navbera kesan, civakan û
xwezayê de pêk dihêne, mafê parastinê ye. Berê, parastin li nik mirovên
destpêkê, bi piranî ji bo parastina laş, can û hebûna mirovî,
bi şêweya hesa ji dilî bû. Ev pêwîstî, êdî di nav civakên bi çîn de jî,
li her ho û mercên jiyanê, bû pêwîstiyek ji alavên girîng ên parastina
jiyanê bi xwe.

Di destpêka tundbûna dijheviyên şerê berjewendiyan de û dema parvekirina
keda mirovî di van civatan de, derketina bêdadiyên di civakên bi çîn de,
pêwîstî û girîngiya parastina girseyên kedkar (girseyên berfireh ên gelî)
ên bindest û çewisandî jixweber hatiye meydanê. Serdestên koledar, begên
feodal, grûha burjûwa, ku bi rêkxistina sazîyên xwe yên wek dolîwgerî,
perwerdeyî, çandî û hunerî, li jiyana kedê û di qadên dî yên jiyanê de,
di encama qanûnî de, mafê xweparastinê ji holê rakirine.

Mafê parastinê ji serdemên herî kevn a dîrokê, weke mafê herî bingehîn
ê kesayetiyê hatiye pejirandin. Ev pirs, bûye pirsa, ku mirov û mirovayetiyê
herî bêhtir rencîde kiriye, her weha jî bûye pirsa herî mazin a mirov
û mirovayetiyê. Em dizanin ku berdewambûna bandûra çînên serdest
û kedxwar, ji ber hebûna desthilatdariya zext û zora paşverû ye. Burjûwaz,
ji bo berdewamkirina sîstema xwe ya kedxwariyê wisan bi rê xistine, ku
hukum; hem bi awayê xwe yê teorîk û hem jî bi awayê xwe yê reftar, di
her dem û çaxên mêjûyî de, berjewendên serdestan bi dest ve bîne!

Kedxwaran, ku bi alîkariya van derfetên di dest xwe de û bi hemû derfetên
dî yên ji bo wan bi kêrhatî, bi hemû navgînên pêwendîyê yên girseyî, bi
hemû hêzên xwe, xwe mîna hêlgir û layangîrê maf û dadimendiyê didin nîşandan.
Kedxwar çêla rêzgirtina mafê parastinê dikin, lê belê ev tişt ne tiştek
e ji bilî xapandinê. Ji lewre mafê parastinî yê bi rastî, aşkerekirina zextkariyê,
kedxwariyê, bêexlaqiyê û durûtiyê ye; aşkerekirina reng û awayê kolekirina
kedê; aşkerekirina zordestiyê, zordariyê, ricimandina, lanetkirina şikecekariyê
û ji bo mehkumkirinê, hanîn û pêşkêşkirina li ber wujdana mirovayetiyê
ye. Helbet çînên serdest û qanûnên wan ên, ku ji bilî rûxandina hemû avahiyan
ji bingehê û pûçkirina bîr û baweriyên xwe yên cîhanbirî, yên ku parêzgerên
sîstema civakî ne, dikine di nav mejiyê xelkê de. Parastina min, ku tête
wateya jinavçûna van hêmanan, ji ber vê hindê ye, ku ew ni karin
bibin hêlgirê vê parastinê.

Parastin, riya bi wîstekî azad, bêyî ku mirov di bin zextekê de bimîne
û bi xwedîbûna mafdariya bi karhanîna hemû navgînên parastiniyê, riya
selimandina mafdariya xwe ye. Mafê parastinê, ku her dem pêşî lê hatiye
girtin, bidestvexistin û pêşvexistina azîn û metodên wê jî, çi car hêsan
ne bûye.

Mirovatî, di vî warî de têkoşînên mazin daye. Destlênedan û pîrozbûna
mafê parastiniyê, ji xwe re bi vî rengî bi destve xistiye. Îro jî, ji
bo parastina vî mafê pîroz û ji bo, bi pêşxistina wî, têkoşînên dijwar
têne dayin.

Em baş pê dizanin ku endamên ji nav milletên bindest ên wek me, ku di
nav têkoşîna azadiyê de ne, di vî warî de, têkoşînên dijwar radixin ber
çavan. Ji lew re ta roja îroyîn jî, mafê parastinê û bikarhanîna wê, bi
azîneyên seretayî û bêwujdan tête astengkirin. Mirov bêpirs û bêguneh,
ji şikenceyên herî tund ve têne derbaskirin. Bêpirs û bêguneh têne zindankirin,
darvekirin û gulebarankirin, yan jî bi cezayên giran ve cezakirin. Hukumbirrîn,
hîna ji destpêka pirsiyariya polîsî ve destpêdike û li pirsiyariya polîsî,
her azîne û çeşîdên şikenceyê li mirov têne kirin. Di ser de jî, ev zextkarî
û çewisandin, li van rojên ku li qadên herî bilind û bi tundî çêla mafê
mirovan têt kirin, dibin. Lê belê ji ber hişyariya mirovê hevdem û ji
ber pêşketîbûna navgînên mediyayê yên teknîkî, ku gava bûyerên şikencekaran
zû têne bihîstin û lanetkirin, hingê şikencekar li gora derfeta
xwe hewl didin, ku wisan jî bi lez, ew veşêrin. Her andam û alavî bi kar
dihênin, ku zû ser bigirin û înkar bikin.

Tixûbdanîn li parastinê na be. Mirov parastinê bi vîna azad dikare bike.
Hêzên serdest, bi danîna şanenavê xwe li bin peymana Daxuyaniya Helsînkî'yê
hatine pejirandin, ku rêz li mafê parastiniyê bigirin û çi astengan li
ber mafên bi karhanîna wê danehênin. Xwedê giravî, berdevkên herî pêşde
yên dewletê, her dem dibêjin, ku ew xwe beste û girêdayê vê peymanê dizanin. Lê belê rastî qet ne wisan e. Ji roja pêşî, ku ez hatime girtin,
her dezgahê ku ez li pêş hatime derxistin (polîs, dadgir, girtîgeh, dadgeh)
her cîh, li gor rêç û azîneya xwe ya xweser ez dadgerandime û ji bo ku
ez bêparastin bimînim, çi ji destê wan hatiye, bi zanetî û bi sîstematîkî
li min kirine. Ez ê li nav rêz û rêpelên li pêşiyê bi berfirehî li ser
vê mijarê rawestim.

Amanca van dadgehan çi car ne rêvebirina dadimendiyê û xwedîderketin li
mafê bûye. Pir diyar e, ku amanca van dadgehan, ji bo hinek dinê jî xulamîkirin
û dirêjkirina temenê ev nîzam û sîstema, ku êdî ketiye di nava bêçarebûnek
kûr de ye. Ev sîstem li ber mirovayetiyê bûye kelemek reş û
ne tiştekî din e ji bilî talan, xwîn, birçbûn û
hêsirên çavan.

Ji ber ku hukum bi temamî nûnerî û niwandiniya rêvebiriniyê dike, ji lewre
di hukumdayinê de rastiya rêvebiriniyê baş derketiye meydanê û baş hatiye
xuyakirin, ku ji ber çi rêvebirinî ev çend ji mirovayetiyê hatiye dûrketin.

Li hêlek, encamên ew zor û zexta, ku li ew salonên ku lê hukum têne birîn
û li hêla din jî ew şoreşger, demokrat û welatparêzên pêşketî û zaroyên
vî milletî, ku bi cezayên wisan bêwujdan dihatin barkirin û awa û şêweya
van cezadayinan xweş nîşan dida, ku ev hukumdayin keleşiyek çawa bû. Mirovayetî
ji ber vê hukumdan û cezabirînê, di nav şerm û fediyek mazin de bû.

Min xwast bi van gotinên ku min li jorê kir, piçek be jî van xalan vekim.
Neha em piçek temaşa bikin, ku em çawa hatine ber vê rewşê. Derba leşkeriya
12'yê îlonê ne ji bo xatirê çavê welat û xelkê tirk bûbû. Her kes pê dizane
ku ev ne weke gotinên serkêşên vî karî bû, ku pirî caran li nav
axefên xwe yên ji girsên gelêrî re digotin.

De ka em xwe piçek lê hûr bikin:

Tirkiyê, ji ber giradayîbûna xwe ya ji hêla ramyarî û leşkerî bi der ve,
aboriya xwe bi destê Fona Navneteweyî ya Diravî - IMFê ve berdaye û hukmê
ramyarî û leşkeriya xwe jî, bi destê Birca Belek, Pentagonê û Brukselê
(baregeha NATO'yê) ve hiştiye. Ji ber aboriya ku bi der ve girêdayî ye,
ew aloziya cîhanî ya sala 1979 û 1980 bi carekê ve li nav welatî, xwe
nîşan da.

Ji ber encama daketina buhrana aloziya aboriyê li Tirkiyê; enflasiyon
ber bi ezmana ve çû, xezîneya diravên biyanî kêm bû, li nav bazirganiya
eksportê deyn gran bû, betalî û bêkarî, deynê mehane û mûçeyên xelkê û
tiştên wek vana, aboriya heyî, xiste di bin nîrê gran de. Di nav vê aloziyê
de, hin rêkxistinên navneteweyî yên diravî, ji daketina qadê şûn de ne
diman. Xwedê giravî, van rêkxistinan bi milyonan dolar bi
"deyn" dabûn komara Tirkiyê. Heger Tirkiyê deynê xwe ne da,
wê ew jî biketana di nav tengasiyê de. Ha ev endîşe ye ku rastiya di bin
nivişt û rêçeteyên van monopolên navneteweyî de xuya dibe. Lê belê dîsan
jî, van nivişt û rêçeteyên tahl ên IMFê, OECD'yê, van "alîkarî"
û sozdayinên dîtina ronahiya li dawiya tunelê bi cih ne dikir.
Van rêçeteyên Fonda Diravî ya Navnetewî (International Money
Fond) IMFê, van ramyariyên aborî, ji bo xelkê ji bilî êş û elemê ne tiştek
din bûn. Buhayiya jiyanê, granî, bêkarî, ramyariyên dewletî yên mafê mehaneyê
xelkê û tixûba nirxê mal û zadên gundiyan, jiyanê kiribû xezeb û agir.
Gava em hatin sala 1980'yî, alozî û bêçareyiya li aboriyê, xwe bêhtir
kir û zengilê neman û îflasê lêdida.

Ji bo armanca derketina ji nav vê aloziyê, biryarên bi navê "24 Ocak
Kararlari" ku siyaseta ji aboriya IMF'ê hat bicihkirin. Van biryarên
"24 Ocak Kararlari" bar û graniyên vê aloziyê li ser pişta xelkê
suwar dikirin. Mûçe û rawestandina buhayê bingehîn a hilberînên çandiniyê
û daxistina buhayê wan, xwe bi jiyandayina van biryarên xwedî patêntên
IMF'ê, ku hîna jî berdevkiya bêhtirkirina granî û buhayiya li ser pêwîstiyên
herî bingehîn ên jiyanê dikirin û serîtewandina her cûre opozîsyona civakî
dixwastin. Bi kurtî pêwîstî hebû ku aramiya li ber dilê wan, li gor dilê
wan pêk bihata. Ev xal divê baş were fêmkirin, ku şansê serkeftina van
polîtîkayan, ji ser riya çewisandin, perçiqandin û betalkirina Têkoşîna
Şoreşgeriya Gelên Tirk û Kurd derbas dibû.

Heger em bi kurtî bibêjin; qadên serdest, li ber lehiya aloziya aborî,
cilqîn û serûbinbûna civakî, opozîsyona şoreşgerî
ya Tirkiyê, bilindbûna Pirsa Gelê Kurd ketin di nav panîkê de û ji bo
wan pir pêwîst bû, ku biryarên xwe bi cih bikin û kadirên xwe bihênine
di ser kar de. Nexwe vê jî bi cih hanîn.

Piştî ku her amadekarî û pîlanên di bin bandûra Rêvebirina Awarteyî de
hat bi cihkirin (ku ev amadekarî di sala 1978'ê de dest pê kirin), roja
12'yê îlonê sala 1980'yî de, rêvebirina Tirkiyê, bi destê derba leşkerî,
hat rûxandin û desthilatdarî bi yekcarî kete di nav destê leşkeriyê de.
Qanûn, birêvebirinî, erk û delamet, erkdarî, hemû kete di bin destê encumenekî
leşkerî ya ji pênc kesî pêkhatî de. Parlamênt ji holê hat rakirin.
Qanûna bingehîn betal bû, xebata siyasî hat qedexekirin. Mafên bingehîn
ên weke grev û peymanên girseyî ji binî ve hatin rakirin. Çapemenî hat
bêdenghiştin. Ji bo bêdengkirina girseyên gelêrî; bi wan şikence, zextkarî
û zulma bêhempa û kesnedîtî, mejiyê dewra osmanî dîsan kete di nav jiyanê
de. Îroj li meydanekî bajarê Prag'ê peykereke hunerî hatiye danîn, ku
ev peyker bi şêweyek pir vekirî bûye nîşanê kirêtiyên ruyê osmaniyan.
Divê em ji bîr ve ne kin, ku van kirinên îroyîn, ji aliyê nifşên pêşerojê,
wê bi her awayên hunerî û çandî bêtin neqişandin û nîşandan.

Rêvebirina Awarteyî, bi van zulm û birînan, di nava du sê salan de, bêyî
ku li astengek girîng rast were, xwe bi dezgeh û avahî kir. Ev guhartin
xwe li hemû avahiyên dewlet û dolîwgeriyê nîşan da. Em neha vegerin ser
rewşa dadgehan.

Gava sîstemek rûniştî û andamên dadimendî yên vê sîstemê li ser karî be,
çima wê pêwîstiya Dadgehên Taybet yên Leşkerî'yê hebin? Ev yek li ser
dîrektîf û fermanên çend burjûwazan, ji bo serîçemandina opozîsyona li
dij xwe hat damezirandin. Ma qet dibe ku van dadgehên, ku bi yekcarî di
bin fermana Rêvebirina Leşkerî de dixebitîn, li ser navê Dadimendiyê xwe
bilivînin û berdevkê Dadimendiyê bin? Helbet ku na. Hêzên Rêvebirina Awarteyî,
xwastin li ber gengaziya, ku car bi car, li hin ciyan bibe ku hin, dadger
ên ku ne xwazin ji rastiyê, ji dadimendiyê û ji mirovayetiyê dûrkevin,
li pêşerojê, li zaroyên xwe bifikirin, ku hebin, pêşî li ber van mirovên
durust bigirin. Loma mirovên wisan dan ber xwe û ew ji karê wan bi dûr
xistin. Ev jî ne bes bû; Serokê Dewletê yê Leşker, rê li dadgeh û dadgeran
nîşan dikir, ku ev avahiyên navbirî, bi dewlet û dolîwgeriyê re, di nav
ahengekê de diçûn. Ji bo nimûnê; axefên li programa deng û bahsên televizyonê
yên şeva 5-6 îlonê sala 1985'ê temaşe bikin. Her wisan nivîsên li rojnameya
bi mêjûyê 6'ê îlonê sala 1985'ê di vî warî de nimûneyên pir li cih in.
Heger çi dengek ji van dezgeh û avahiyên "serbixwe" yên "dadimendiyê"
yên li welêt ne derketibe, ma ev ne nîşana pevkarkirin û hevxebatkariyê
ye? Ma mirov dikare bêje ku li wî welatî dadgehên xwedîdad û serbixwe
hene? Ma ne wisan e, ku divêt dadgeh ji bo bidadbûnê pêwîst e ku serbixwe
be? Tenê û bi tenê bi riya giradiyîbûna bi vîna milletî, ku bi hukumeta
ku bi hilbijartinek demokratîkî hatiye ser pê û di bin siya qanûna bingehînî
de , ev dadgeh dikarin bidad û serbixwe bin.
Ca
em piçek ji nêzîkî ve li kar û barên dadgehan temaşe bikin. Qanûna Bingehîn
dibêje, ku 'bêyî cudahiya ol, ziman û nejad, her kes li ber qanûnê yeksan
û wekhev e.' Her wisan jî Qanûna Bingehîn bi berdewamî dibêje ku 'her
kes xwedî wî mafî ye, ku bîr û hizirên xwe bi gotin yan jî bi wêneû li
gor daxwaza dilê xwe bi serbestî bihêne ser zimên. Hîç kesek ji ber parastin
û beyanên xwe yên li dadgehê ni karin bêne sûcdar û tawanbar kirin.' Ez
nirxandin û rûsipîkirina vê yekê, ji mirovayetiyê re dihêlim; ku
heger mirov li dadgehek û li pêş dadgirek ni karibe bîr û baweriya xwe
bibêje, yan jî gava gotibe ji ber vê yekê hatibe cezakirin û heger ev
ceza û tawanbarkirin ji hêla hukumgehê ve hatibe bestin û pejirandin,
ma çi pêwendiya vê yekê bi dad û dadimendiyê ve heye? Fermo temaşe bikin,
ku ew cezaya ku li ser min hatiye birîn û sedema vê cezayê ji ber kîjan
peyvên min bûne: 'Bijî Têkoşîna Şoreşgerî ya Xelkê Kurd! Bimrî Faşîzm!'
Ji ber van gotinan ez bi nêzîkî neh salan hatim cezakirin. Hêla herî helez
ya vê yekê ew e, ku bêyî ku zelaliyek ji hêla avahiyên fermî bête diyarkirin,
bêyî ku cih û roja dadgehê bête diyarkirin, bêyî ku pêwîstiya guh li parastina
min bidin, ez hatim cezakirinê. Nexwe sedemên ev cezaya neha, bi
sedemên cezaya berê ya dema axiftinên li dawaya Riya Azadiyê "Özgürlük
Yolu"yê her heman tişt in. Min ji dawaya Riya Azadiyê "Özgürlük
Yolu"yê, ji xwe (15 +9) 24 sal ceza girt. Di her heman dadgehê de
û ji ber heman tiştî dîsan ceza li min birîn, ne ji biryarên fermî ya
Qanûna Komara Tirkiyê (TCK) yê. Gava mirov li protokolên dadgehê temaşe
bike, hingê wê vê yekê baştir fêm bike.

Wekî din jî, li Hukumgehê, bi pênc sal û nîv bi derengx
Hadise Xhamster
Toplusex Info Sikis Rettube Video
18 Lik Rus Gay

Report Page