Newroz
telegram.me/XunavKurdistanNewroz an jî Cejna Kurdan, cejna kurd û xelkên Îranê û gelek gelên din a buharê ye. Kurd her sal, şeva ku 20ê adarê bi 21'ê adarêve girê dide, agir dadidin û hatina buharê pîroz dikin. Di dîroka kurdan de jî, Newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Li gorî rîvayetê,Kawayê Hesinker, li dijî serdarê zordest Dehaqserî hil dide û agir dadide. Ji wê rojê ve ye her gelê vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin.