Bang

Bang


💎 Bang

🆔 : @Rasaneshaxushar

🔻 Rejîma Îranê li dijî serokê Hizba demokrata Kurdistan/ Îranê, Dr.Ebdulrehman Qasimlo bi daxwaza li hevhatinê, civînek di 13´ê meha Tebaxê sala 1989´an da li Vîanayê amade kiribû. Elbet merama Îranê ne lihevhatin û naskirina mafên Kurdistana Rojhilat bû. Komployek dijî Qasimlo amede kiribûn û bi hovîtiyek mezin serokê HDK-Î nemir Dr.Ebdulreman Qasimlo kuştin. 30 sal bi ser şehîdbûna Qasimlo da derbas bûye, lê dewleta Avusturyayê hîn jî bi ewayek fermî li ser kujerên Qasimlo gavek ne avêtiye.

🔻Em wek Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK, rejîma hov û faşîst a Îranê bi tundî mehkûm dikin. Bangê dewleta Avusturyayê jî dikin ku erkên xwe yên mirovî li gor qanûnê bi cîh bînin da ku kujerên Qasimlo di dadgeha Navdewletî da bên dadkirin.

🔻Bi munasebeta 30 saliya bîranîna Şehîd Qasimlo, Hizba Demokrata Kurdistan/Îran, di roja 09.07.2019' an da li Brukselê civîn û meşek girseyî pêk tîne.

🔻PSK Meclîsa derveyê Welat, biryara partiya bira,ya Hizba Demokrat di cîh da dibîne û piştgiriya çalakiyê dike. Em pêşî bangê heval û hogirên xwe yên PSK´ê li Ewrûpayê dikin ku li gor mecalên xwe beşdarî li meş û civîna Brukselê bibin, her usa bang li kurdên Ewrûpayê û hezkerên Qasimlo dikin ku beşdarî lî meş û civîna Brukselê bikin. 14.06.2019 PSK-Desteya Meclisa Dewayê Welat


🆔 : @Rasaneshaxushar

Report Page